Mesrûr Barzanî spasiya wan aliyan kir ku êrişa ser Hewlêrê şermezar kirine

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişa terorîstî ya li ser Hewlêrê ragihand, divê bersiva wan xirabkariyan were dayîn.
Mesrûr Barzanî li ser êrişa terorîstî ya îro danê sibê ya li dijî Hewlêrê, ku bi dronên bombekirî hatibû kirin, peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ku li ser twîttera xwe belav kiriye, ragihand, berdewambûna wan êrişên terorîstî ku ji aliyê grûpên ji yasa derketî ve tên kirin, şiko û şiyana desthilata hikûmeta Iraqê dixe bin pirsiyarê û aramiya Iraqê jî xirab dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha spasiya wan aliyan jî kiriye ku êrişa han şermezar kirine û gotiye, lê tenê şermezarkirinê têrê nake û divê bersiva wan xirabkariyan were dayîn.




