26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Rojhelat di bin çavdêriya dewletê de madeyên hoşber tên firoştin

Çavkanî: KDP.info

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Rejîma Komara Îslamî ya Êranê her roj li deverekê bi îdîaya ku bazirganiya madeyên hoşber dikin hinek kesan darve dike. Lê aliyê din hêzên girêdayî artêşa Pasdaran, bêyî ku rastî ti astengiyan werin li Rojhilatê Kurdistanê madeyên hoşber li ciwanan belav dikin.

 

Li gor Ajansa Nûçeyan a Kurdpa, ku xwe dispêre hin kesên nexwestine navên wan bên eşkere kirin ku, li derdora Urmiyê û bi taybetî di du mehên dawî de, hinek kesên girêdayî artêşa Pasdaran di nav ciwanan de madeyên hoşber belav dikin.

 

Xelkê herêmê jî radgihandine ku ji niha de gelek ciwanên wan tûşî bikaranîna madeyên hoşber bûne û rayedarên rejîmê jî li hember vê rewşê bêdengî û bêhelwestiya xwe didomînin.

 

Nûçeyên têkildar