Nêçîrvan Barzanî serdana Urdunê dike

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê sibe Çarşemê serdana Urdunê dike û li gel Şahê Urdunê, Şah Ebdullahê Duyem dicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe Çarşema 23 Hezîrana 2021an bi serdaneke fermî digihe Emmanê û li gel Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Urdunê dicive.
Nêçîrvan Barzanî û Şah Ebdullah dê di vê hevdîtinê de pêwendiyên Urdinê li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê, warên alîkariyê di navbera herdu aliyan de û pêşhatên herî dawî yên li navçeyê gotûbêj bikin.




