Nêçîrvan Barzanî: Berdewamiya alîkariyên Amerîkayê peyameke girîng e

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di civîna li gel Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê de ragihand ku berdewamiya alîkariyên Amerîkayê li gel hevpeymanan li Iraq û navçeyê “peyameke girîng e.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller kir û di civînê de reşa Iraq, Herêma Kurdistanê û herêmê bi giştî, peywendiyên Amerîkayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, metirsiyên terorê û gefên DAIŞê, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê û dahatûya proseya siyasî ya wî welatî, rol û siyaseta îdareya nû ya Amerîkayê li Iraq û Rojhilata Navîn, hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Balyozê Amerîkayê dûpat kir ku Amerîka dê li ser hevbeşî û alîkariyên li gel hevbeş û dostên xwe li Iraq û herêmê berdewam dibe û li gel Serokê Herêma Kurdistanê jî hevnêrîn bûye ku teror û metirsiyên DAIŞê li Iraqê û navçeyê hê jî gefên cidî ne û rasteqînin û alîkarî, hevanhengî û berdewamiya berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna wan pêwîst in.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pabendiya Amerîyê bi berdewamiya alîkarî û hevbeşiya li gel hevpeymanên xwe li Iraqê û navçeyê wek peyameke girîng û cihê piştrasbşûnê” binav kir û tekezî li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşdebirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîkayê, berfirehkirina warên hevkariyê û hevbeşiya di navbera wan de kir.
Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê di beşeke din a civînê de kêfxweşiya xwe li hember derçûna xuleke din a Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan a li Duhokê nîşan da û pîrozbahî li derçûyan kir û herwiha piştgiriya welatê xwe bo proseya çaksaziyê ya di Wezareta Pêşmerge û pêngavên yekxistina Hêzên Pêşmerge dûpat kir.
Bernameya kar a serdana Balyozê Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê, serdana melbendeke kelepûrî ya Suryanî, proseya perwerde û xwendina bilind li Herêma Kurdistanê, pêşhatên li Rojhilata Navîn û hejmareke pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.




