26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Erdoxan: CHP û MHP berpirsê hêrişa ser BDP û KCD ne

Çavkanî: KDP.info

Serokwezîrê Turkiyê Receb Teyîb Erdoxan bûyerên li bajarê Sînop`ê û hêrişa li hemberî şanda Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlemanterên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) nirxand û Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Netewperest (MHP) wek berpirsyarên hêrîşa li hemberî BDP’îyan bi nav kir û got: Duh parlamenterên BDP’ê derbasî Sînopê dibin, û komên ku ji CHP û MHP’iyan pêk tên, li wir di nava provokasyonê de cih digrin, niha jî radibin dibêjin wiha bikin, wiha nekin, Biecibînî û neecibînî (bixwazî û nexwazî) jî, ew parlamenter in, tu ne neçarî civîna li wê derê bişopînî, divê tu li hemberî wan rêz bigrî. Di rihê van (CHP û MHP’iyan) de li hemberî civînan hurmet û rêz tune ye û di giyanê wan de bêhurmetî heye.

Erdoxan aşkere kir ku  MHP bi van reftaran nikare aramiyê bihîne Turkiyê û wiha axivî: ´´Ji ber vê yekê hûn ne dikarin biçin Colemêrg`ê û ne jî dikarin biçin Wan`ê, Hûn tenê dikarin li Enqer`ê biaixvin, Ka ji Sêwas`ê bibihore em bibînin. Çiyê bê serê we, ji ber vê yekê hûn li vî welatî bûne sedema tengasiyê.

Erdoxan got:´´MHP her diçe zimanê nijadperest bi kar tîne, BDP bi zimanê nijadperestiyê diaixve. CHP jî diyar e ji xwe bi çi zimanî diaxive. lê AK Partî bi zimanê xelkê, bi dilê xelkê diaxive.

Serok wezîrê Tirk Herdu Partiyên sereke yên oposizyonê CHP û MHP  ji ber êrişa ku alîgirên wan li dijî heyeta BDP  û DHK li  Sînopiyêpêk anîne, ew  bi helwestên netewperst û bihewildanên li darxistina pirevekesyonê Sûcdar kirin, wekî din  diya kir, ku mixabine herdu Partî  tu rêzdariyê  bo komcivînan nakine

Nûçeyên têkildar