Mesrûr Barzanî bo penaberan: Herêma Kurdistanê mala we ye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi minasbeta roja cîhanî ya penaberan peyamek belav kir û tê de ragihand Herêma Kurdistanê mala penaberan e.
Îro roja yekeşmê 20.06.2021ê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê bi minasbeta roja cihanî ya penaberan peyamek belav kir û raguhand: “Ji bo hemê malbatên penaber û awareyan ku li dû penagehekê û kerametê de bûn û hatine Herêma Kurdistanê: Ev der mala we ye.”





