26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kîşanak: Perwerdeya zimanê daykê Tirkiye perçe nake

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Hevseroka BDP Gultan Kişanak rexne li gotinên serokê giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu û gelek derdorên din girt ku dibêjin “perwerdehiya zimanê dayikê dê Tirkiyeyê perçe bike” û ragihand, ku ev yek xelet e û bi perwerdehiya zimanê daykê Tirkiye perçe nabe. Kişanak daxwaz kir, ku perwerdehiya bi kurdî bihê qebûlkirin.

Li gor ajansa PNA hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, duhî di koma partiya xwe de axivî. Kişanak xwest bi hemû zimanan perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn. Hevseroka BDP’ê, di axaftina xwe de rexneyên tund li Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî kir û wiha got: “Digel ku Kiliçdaroglu Zaza ye û zimanê Zazakî li ber mirinê ye jî ew radibe dibêje ‘perwerdehiya ziman dê welat perçe bike’. Ev xeletiyek e mezin e. Zimanên cuda dewlemendî ne û tu caran jî welat perçe nake.”

Kişanak, êrîşa ku duh li Sînopê li hemberî BDP’iyan pêk hatibû jî şermezar kir û got digel ku partiya wan bernameya gera xwe dabûn Wezareta Karê Hundir jî Waliyê Sînopê duh nehatiye bajêr û ji ber vê yekê ev bûyer qewimîne. Kişanak, destnîşan kir nebûna walî ya li bajêr “reva ji berpirsyariyê ye” û wiha berdewam kir: “Bûyerên ku li wê derê qewimîn, hewldanên kuştinê bûn. Em bi tundî vê yekê şermezar dikin. Ev heqaret li gelê Behra Reş hatiye kirin. Gelê Behra Reş dildarên aştiyê û demokrasiyê ye. Em dixwazin gelê wê derê jî daxwaza xwe ya aştiyê bi dengekî bilind bîne zimên.”

 

Nûçeyên têkildar