Civîna konseya edaletê a herêma Kurdistanê

Îro (31.05.2012) li bajarê Hewlêrê konseya edaletê a herêma Kurdistanê di bin seroaktiya Şêrwan heyderî wezîrê edaletê yê hikûmeta herêma Kurdidstanê civiya.
Di civînê de pirsên mîna; linerçavgirtina pêşveçûnên civaka medenî li Kurdistanê, berfirehbûna xwesteke yasayên nû û dadperwerîyê, cudabûna desthilata dadwerî ji wezareta edaletê, aktîvkirina dozgeriya giştî, tekîdkirin li serweriya qanûnê û aktîvkirina kar û çalakiyên wezareta edaletên hatin minaqeşe kirin.
Di civînê de wezîrê edaletê reşnivîsa pirojeyê yasayê wezaretê û stukturê wezaretê, ji bona lêkolîn, nirxandinê û zengînkirinê, pêşkeşî beşdarbûyên civînê kir.
di civînê de biryar hat dayîn ku desgehê dozgeriya giştî ser bi pêkhateya konseya edaletê ve be ku, beriya nuha ser bi wezareta edaletê ve bû.




