Hikûmeta Kurdistanê: Êrîşa li ser Pêşmerge êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êriş û şerê li çiyayê Metîna ku di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn, daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Em êrişa PKKê bi tundî şermezar dikin û êrîşa li ser Pêşmerge êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye.”
Peyama Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
“Bi mixabiniyeke mezin, îro 5/6/2021 di encama danîna kemînekê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Amêdiyê de, pênc Pêşmerge şehîd bûn û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa PKKê bi tundî şermezar dike û êdî xelk û Herêma Kurdistanê rê nadin bibine qurbaniyên siyasetên wan ên çewt û rê nadin PKKê ku bibin hokara gihandinê ziyanên canî û madî bi herêma me.
Di demekê de ku em êrîşa li ser hêza Pêşmerge bi êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê dizanin, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam e di parastina welatiyan û bost bi bostê xaka Herêma Kurdistanê û erkê xwe dizane ku berevaniyê lê bike.
Pirse û sersaxiyên xwe arasteyî malbatên wan şehîdan dikin û ji Xwedêyê dilovan xwazyar in wan bi bihuştê şad bike û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re dixwazin.”




