Serokatiya Herêma Kurdistanê: Pêwîst e sînorek ji kiryarên PKKê re bê dayîn

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de li ser şehîdbûna 5 Pêşmerge ragihand, “Bi tundî wan êrîşan şermezar dikin ku berî sibehiya îro çekdarên PKK li navçeya Metîna ya li tixûbê Amêdî li ser Pêşmerge kirin.”
Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:
“Bi tundî wan êrîşan şermezar dikîn ku berî sibehiya îro çekdarên PKK li navçeya Metîna ya li tixûbê Amêdî li ser Pêşmerge kirin û li encamê da pênç Pêşmerge şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn. Pirse û serxweşiyê li kesukarên şehîdan dikîn û hevbeşê xema wanîn, hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.
Dûpat dikîn ku pêwîste sînorek ji bo van reftarên PKK beramber bi Herêma Kurdistanê bê danîn û bi tu awayekê nabê berdewam bin ku bê hêcet ev demeke sîh salane beramber bi xelkê Herêma Kurdistanê dike û bûye sedema berdewam êşandina welatiyan û rêgiriyê li avadankirin û vegerana jiyana bi sedan gund û dêhatên Kurdistanê kiriye.
Ew berdewam bûne sedema dirustkirina kêşeyan û hîç rêzek li îdare û yasayên Herêma Kurdistanê nagrin û berdewam aramiya gel û welatê me dixin ber gef û metirsiyê.
Dûbare daxwaz dikîn û hişyariyê dikîn ku PKK êdî nebê sedema alozî û pişêwiyê, çekdarên xwe li tixûbên Herêma Kurdistanê dûr bixe û rêz li kiyan û îdare û sînorên Herêmê bigre û axa Herêma Kurdistanê neke pêgehek ji bo êrîşkirina ser welatên cîran û têkdana aramiyê, Hikûmeta Federaliya Iraqê jî divê li vî derbarî de erk û berpirsiyariya xwe bi cîh bike.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
05.06.2021”




