26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Ez bi tundî êrîşa PKKê ya li ser Pêşmerge şermezar dikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa îro ya PKKê ya li hember Pêşmerge şermezar kir û daxwaz kir bi yekdengî li dijî wê destdirêjiyê rawestan çêbe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora xwe ya civakî twitterê ragehand: “Bi tundî êrîşa îro 05.06.2021ê ya PKKê ya li hember Pêşmerge şermezar dikim. Serxweşî û hevxemiya xwe ji malbatên her pênc şehîdan re radigehînim û hêviya selametiya lez ji bo birîndaran dixwazim.’’

Herwaha daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî jî kir ku bi yek dengî li dijî vê destdirêjiyê rawestin.

 

Nûçeyên têkildar