Malikî daxwaza destpêkirina danûstandinan ji Nêçîrvan Barzanî kiriye

Peyvdarê fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî di parlemanê Iraqê de aşkira kir, ku Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqê daxwazek ji bo Nêçîrvan Barzanî serok wezîrê Kurdistanê şandiye û tê de daxwaza destpêkirina danûstandinên navbera her du hukûmetên Hewlêr û Bexdadê kiriye.
Mueyed Teyib peyvdarê Hevpeymanîya Kurdistanî ragihandiye, ku hêşta çend pirsgirêk di navbera hukûmeta federala Iraqê û hukûmeta herêma Kurdistanê de yên wek girêbestên neftê, qanûna neft û gazê, bûdceya pêşmerge, nawçeyên Kurdistanîyên derveyî herêma Kurdistanê û hindek pirsgirêkên din wek xwe mane.
Tayib ragihandiye, ku bo mebesta çareserkirina ewan pirsgirêkan, hukûmeta federal amadeyîya xwe nîşçan daye û amadeyîya xwe bo guhdana bi daxwazên Kurd ragihandiye, bi taybetî ku rewşa niha ya Iraqê êdî taqeta rûbirûbûnên siyasî nîne.
Peyvdarê fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî herwisa daye xuyakirin, ku di kombûna roja yekşembîyê ya navbera serok fraksiyon û wezîrên Kurd ên li Bexdad û serokê herêma Kurdistanê de ev mijar hatiye baskirin û tê de biryar hatiye dayîn, ku çûna bo Bexdadê yan şandina şandeke herêma Kurdistanê di destê serok wezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de be.




