26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Erebistana Siûdiyê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Piştî nîvroya îro 02.06.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mihemed Bin Silêman Elesîrî, Konsulê Giştiyê nû yê Şahnişîna Erebistana Siûdiyê li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya destbikarbûna wî ya wekî Konsulê Giştiyê nû yê welatê wan li Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftinê ji bo xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdar yên ji bo serkeftina erk û karên wî nîşan da, her wiha spasî karmendên Konsulxaneya Siûdiyê kir ji bo erk û xizmeta wan ya li Herêma Kurdistanê û hêviya ber bi pêşveçûna zêdetirê peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Siûdiyê xwest.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştiyê nû yê Erebistana Siûdiyê, ji bilî derbirîna xweşhaliya destbikarbûna xwe ya li Herêma Kurdistanê, dûpat kir ku hemû hewlekê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Erebîstana Siûdiyê û berfirehkirina warên hevbeşî û alîkariya di navbera herdû aliyan de dide.

Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên hevsû û cîran, derfetên kar û sermayeguzariya biyanî li Herêma Kurdistanê û çend babeteke dinê girîng û hevbeşbûn, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

Nûçeyên têkildar