Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsulê nû yê Erebistana Siûdiyê kir

Hewlê-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Konsulê Giştî yê Erebistana Siûdî yê nû li Herêma Kurdistanê Siûdiyê Mihemed Bin Silêman El-Esîrî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bilî pîrozbahiya li destbikarbûna Konsulê Siûdiyê yê nû, hêvî xwast pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdiyê di hemû waran de bi pêş ve biçin.
Konsulê Giştî yê Siûdiyê silav û rêzên Qralê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz û Welîahd Mîr Mihemed Bin Selam gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û daxwaz û amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybet di ware bazirganî û hilberînê de.




