26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li YNKê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de salvegera damezrandina YNKê pîroz kir.

Îro 01.06.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora xwe ya civakî twitterê salvegera damezrandina YNKê pîroz kir û ragehand: “Pîrozbahiya salvegera damezrandina YNKê li hemû wan xebatkar û tekoşeran dikim ku di nav rêzên YNKê de ne û ji bo mafên gelê me berdewam di nav xebatê de bûne.”

Mesrûr Barzanî wiha got: “Hêvîdar im YNK wek aliyekî serekî û hevpeymanê hikûmetê berdewam be di piştevaniya karnameya me ya hevbeş bo zêdekirina xizmeta ji gelê me re.”

Nûçeyên têkildar