Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind ji Tevgera Sedir kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind ji Tevgera Sedir a Iraqê kir.
Îro Sêşema 01.06.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind ji Tevgera Sedir, bi serokayetiya Dr. Nesar Elrubeyî Serokê Desteya Siyasiya Tevgera Sedir kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin. Her wiha ronahî xistin li ser hilbijartinên paşeroja Iraqê û çaverêyiyên kolanên Iraqî û pêkhatan ya ji bo qonaxa paşerojê.
Her di vê civînê de herdu alî tekez li wê yekê kirin ku hebûna pêkhat û rengên cûda yên li Iraqê de ji encama biryara siyasî nebûye lê belê ra û bingeha wê ya di dîrokê de heye û li ser wê bingehê rêzgirtin li şeraket û binyatnana baweriya di navbera pêkhat û aliyan û destpêkirina qonaxeke cûda ya proseya siyasî de bi pêwîst dane zanîn.
Di beşeke dinê civînê de tekesî li ser wê yekê kirin ku bi sûdwergirtina ji ezmûnên berê pêwîst e di qonaxên pêşerojê de maf û erkê hemû aliyekî zelal û hevseng be û xemxurî û bernameya serekiya aliyan dabînkirina xizmetguzariya welatiyan be. Di dirêjahiya vê civînê de herdu alî li ser berdewamiya peywendiyan û hemahengiya di navbera wan de ji bo rasterêkirina proseya siyasî hevrabûn.
Hêjayî gotinê ye ku di vê civînê de Fazil Mîranî Sekreter û Hoşyar Zêbarî û Ceifer Emînkî Endamên Polîtburoya PDKê û Elî Husên Berpirsê Ofîsa Navendî ya Peywendiyên Kurdistanî û Niştimanî yên Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.




