Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li YNKê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 46mîn salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li hevserok, rayedar, endam û alîgirên wê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Hezîrana 2021ê di peywendiyeke telefonî ya li gel herdu hevserokên YNKê de, bi boneya 46 saliya damezrandina YNKê, pîrozbahî li wan bixwe û bi rêya wan jî li Encumena Bilinda Siyasî û Berjewendî û Mekteba Siyasî û Encumena Serkirdayetî û tevahiya kadîr û cemawer û alîgirên YNKê kir û herwiha hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê wekî hêzekî siyasiya serekî ya Kurdistanê li dîroka xebat û têkoşîna azadî û pêkanîna destkeftên gelê Kurdistanê de xwediyê roleke diyar e, îro jî yek ji wan aliyane xwediyê pêgehekî bihêz û serekîn e di proseya siyasî û desthilatdariya li Herêma Kurdistan û Iraqê de
Nêçîrvan Barzanî herwiha rol, erk û berpirsiyariya YNK û tevahiya alî û pêkhatên wê ya bi navê tebayî û yekrêzî û pêkveyî û parastina maf û destkeftan û niha û paşeroja gelê Kurdistanê de bi girîng û pêwîst da zanîn.
Di heman demê de Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo bîranînê de silav û rêz ji bo giyanê Serok Mam Celal Telabanî şand û diyar kir ku ew bi rêz û rûmetê wî bi bîr tîne.
Ji aliyê din ve hevserokên YNKê jî spasiyên xwe û YNKê ji bo vê peywendî pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê nîşan dan û tekez li ser tebayî û yekrêzî û pêkveyî ya ji bo parastina maf û destkeftên gelê Kurdistanê kirin.




