26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Gurcîstanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Gurcîstanê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, Balyozê Gurcîstanê pêzanînên xwe ji bo xebata dîrokî ya Serok Barzanî hebû û têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya di rêya azadiyê de bilind nirxand.

Îro Dûşema 31.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Zaza Kandîlakî Balyozê Gurcîstanê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Gurcîstanê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebata dîrokî ya Serok Barzanî hebû û têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya di rêya azadiyê de bilind nirxand. Herwiha daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî li gel Herêma Kurdistanê û danîna Konsulê fexrî yê wî welatî li bajarê Hewlêrê nîşa nda.

Her di vê civînê de Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û welatê Gurcîstanê de nîşan da û hêvî xwest ew peywendî ber bi pêşve biçin.

 

Nûçeyên têkildar