26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Basrayê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Basrayê kir.

Îro Dûşema 31.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Esed Elîdanî Parêzgerê Basrayê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî hatin nirxandin û her wiha ronahî xistin li ser rewşa Parêzgeha Basra û rewşa xizmetguzarî û debara nîştecihên wê navçeyê û Parêzgerê Basrayê pêzanînên xwe ji bo wê geşbûn û pêşketina li Herêma Kurdistanê da li holê daye hebû û xwazyarê sûdwergirtina ji ezmûna Herêma Kurdistanê di warên cûr bi cûr de bû.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina çanda pêkvejiyan û her wiha peywendiyên dîrokiyên xelkê Herêma Kurdistanê û bajarê Basrayê û parêzgehên Başûrê Iraqê kirin.

 

Nûçeyên têkildar