Serok Barzanî Bi Serdaneke Fremî Gehêşte Moscovayê

Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî tevî heyetek ji Rayedarên Kurdistanê li ser wexandina fermî ya Serokê Rûsiyayê ber bi vê welatî ve birêk û gehêşte Paytexta vê welatî Moscovayê.
Biryare di çavçoweya vê serdana han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi Rayedarên Rûsiyayê re çendîn civîn û hevdîtinan pêk bîne û çnedîn babetên girîng yên di derbarê peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de tevî Rayedarên Rûsiyayê giftûgo bike.
Hêjayê gotinêye ku, di vê serdana han de her yek ji Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê û çendîn wezîrên din yên Hikûmeta Kurdistanê rêhevaltiya Serok Barzanî dikin




