Li Hewlêrê xuleka roşenbîriya tendirûstiyê bo jimarek ji penaberên Rojava hate vekirin

Tîma havkarî kirina başûr bo rojavaku pêkhatiye ji çend rêxrawan, xulekî meşq û rahênana firyakewtinê jibo jimareyek ji penaberên kempa Domîzê çêkir û biryare di demekê nêzîk de ew rahênane bo jimarekî dinê Kurdên Rojava bê çêkirin.
Endama peywendiyên tîma havkarî kirina başûr bo rojava, xatûn Perîxan Ehmed bo Peyamnêr ragehand ku : herçende heta niha li hemû cihekî li herêma Kurdistanê hevkariyekî baş bo penaberên rojavayê Kurdistanê ku li kempa Domîz dimînin, hatiye pêşkeşkirin, lê pêwîste ew havkariya ku pêşkeşî wan tê kirin hemû aliyên bigre.
Herweha Perîxan got: Niha tenê yek navenda tendirûstî li kempa Domî heye, em dibêjim ew navend têra wan penaberan nake, ji ber vê yekê me biryar da em xulekê roşenbîriya tendirûstiyê bo 25 kesî ji wê kempê re çêkin, daku xelkê nav kempê mifa ji van kesan bigrin.
Perîxan Ehmed dibêje: Ev xula han dê 5 rojan berdewam be û têde dê ew 25 kes fêrî firyakewtinên seretayî bibin ku ew jî piştî vegerandina wan bo kempê dê karibin kesin din ji nav kampê fêrbikin.
Endama peywendiyên tîma havkarî kirina başûr bo rojava diyarkir ku biryare di demekê nêzîk de ew rahênana ku bo wan kesan hatiye çêkirin bo 30 kesên dinê Kurdên Rojava bê çêkirin, ku ew kes taybet jibo vê yekê ji rojava bên herêma Kurdistanê.
Herweha îro sêşemê endama serkirdayetiya Patiya Demokrat Kurdistanê Çinar Sed Ebdulla di vê xuleka han de beşdarî kir û têde tekez li ser wê yekê kir ku divê xortên rojavayê Kurdistanê xwe gelekî baş amade bikin ji bo pêvajoya piştî ketna Beşar Esed.
Çinar got: "Raste hûn niha penaber bûne û hûn di rewşke gelek nexweş de derbas dibin, lê piştî azadiya welatê we dê barê ser milê we girantir bibe, ku ew jî avakirina dewletekî demokrate û bi dest xistina mafê gelê Kurde."




