26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê civiya.

Îro Çarşema 26.05.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Martin Huth Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê kir.

Di civînê de ku Vincent Guillaume Poupeau Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Hewlêr amade bû, pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel civaka navdewletî û hevkarî û hevbeşiya di navbera wan, hewlên amadekirina destûra Herêma Kurdistanê û hilbijartinên pêşeroja Iraqê guftûgo kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser daxwaza du aliyane ya pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên Yekîtiya Ewrûpa û berfirehkirina warên alîkarî û hemahengiya di navbera wan kirin û hevra bûn ku Iraq û Herêma Kurdistanê li gelek waran de pêwîstiya wan bi alîkarî û alîkariya zêdetir a Yekîtiya Ewrûpa heye.

Rewşa Herêma Kurdistanê, azadî, demokrasî û mafên mirov mijareke dinê civînê bû, tê de Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê li ser rêyeke rast dibe û biha û çemkên hevbeş ên li gel cîhana pêşketî de diparêze.

 

Nûçeyên têkildar