Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanyayê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanyayê kir.
Îro Çarşema 26.05.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ole Diehl Balyozê Almanya li Iraqê kir ku dawî bi erkê wî tê.
Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spas û destxweşiyê li birêz Balyozê Almanyayê kir ji bo kar û hewlên wî yên bi navê pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Almanyayê û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest.
Ji aliyê xwe ve birêz Balyozê Almanya spas û pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê li gel Balyozxaneya Almanya û erkên wî da dûpat kir û hêvî xwest peywendî û alîkarî û hevbeşiya welatê wî li gel Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir ber bi pêşve biçin.
Rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, azadî û mafên mirovan, hilbijartinên bê yên Iraqê, rûbirûbûna terorê û gefên DAIŞê û çend babeteke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên vê hevdîtinê bûn.




