26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Îmarat û şandeke Heyva Sora Îmaratî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Îmarat li Hewlêr û şandeke Heyva Sora Îmaratî kir.

Îro Çarşema 26.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ehmed Elzahirî Konsulê Giştî yê Îmarata Yekgirtiya Erebî û şandeke Heyva Sora Îmaratî bi Serokayetiya Dr Mihemed Elfelahî Sekreterê Giştî yê Desteya Heyva Sora Îmaratî kir.

Di hevdîtinê de şanda mîhvan spasî gelê Kurdistanê kirin ku demeke dûr û dirêj dergehên xwe bi rûyê sedan hezar koçber û lêqewimiyan da vekiriye û pêzanînên wan jî ji bo xebat û keda Serok Barzanî ya li bihêzkirina çanda pêkvejiyan û mirovdostiyê de hebû. Balkişandin li ser wê yekê ku ji bilî hebûna kêşeyeke zêdeyê Herêma Kurdistanê li rûyê jêrxana aborî û geşbûnê de hengavên gelek baş avêtine. Li beşeke dinê vê civînê de şanda mîhvan bi kurtî zanyariyên çalakî û karê mirovî û xêrxwaziyên xwe yên li Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo Serok Barzanî pêşkêş kirin.

Her di vê civînê de Serok Barzanî destxweşiyê li kar û çalakiyên Heyva Sora Îmaratî kir û Îmarata Yekgirtiya Erebî bi dosteke nêzîkî gelê Kurdistanê wesif kir. Her wiha spasî palpiştî û hevkariyên Îmarata Yekgirtiya Erebî yên li yarmetîdana Herêma Kurdistanê ya ji bo hewandina koçber û penaberan kir.

Serok Barzanî pêzanîneke taybetî jî ji bo Şêx Mihemed Bin Zayid Cîhnişînê Ebudabî û Serkirdayetiya Îmarata Yekgirtiya Erebî hebû ku wan roleke zêde li pêşketina welatê wan û her wiha kûrtirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarata Yekgirtiya Erebî de hebuye.

 

Nûçeyên têkildar