Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Morîtanya li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Morîtanya li Iraqê kir.
Îro Çarşema 26.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Sîdatî Şêx Weled Ehmed Îşe Balyozê Morîtanya li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Morîtanya li Iraqê ku bi helkefta dawî hatina erkê xwe yê li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû, pêzanînên xwe ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê û çanda aştîxwazî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê nîşan da û balkişand li ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê de bingeheke bi hêz heye bo ku paşerojeke xwe ya geş hebê û xwazyarê ewe jî bû ku Herêma Kurdistanê li rûyê aborî û veberhênanê ve peywendiyên li gel welatê wî û welatên dinên kîşwera Efrîqa de pêş bixe.
Her di vê civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Morîtanya li Iraqê li erk û karê wî yê nû de xwest û pêşwaziyê jî li rexsandina bingeheke baş ya pêşxistina peywendiyên herdu aliyan de kir.




