Serok Barzanî û Adil Ebdulmehdî bi hev re kombûn

Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Endamê desteya Serokatiya civata bilind ya îslamiya Îraqê û Endamê hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê Dr. Adil Ebdulmehdî kir.
Di hevdîtineke de her du aliyan nerînên xwe yên di bareya çawaniya derbas kirina kirîza niha ya li Îraqê de anîn ziman û Dr. Adil Ebdulmehî hizir û nerînên Civata Bilind ya Îslamiya Îraqê di vê barê de pêşkêşî Serok Barzanî kir û her du alî jî tekez li ser pêwîstiya dîtina çareseriyeke goncaw bo derbas kirina kirîza niha ya li Îraqê de kirin.




