26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgeha Duhokê: Bila PKK ji Herêma Kurdistanê derkeve

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Parêzgeha Duhokê daxwazê ji PKKê dike ku hêzên xwe yên leşkerî ji Herêma Kurdistanê derxîne.

Parêzgarê Duhokê Pr. D. Elî Teter ligel Encûmena Parêzgeha Duhokê civiya û piştî civînê di kongreyeke rojnamevanî de axivî.

Elî Teter wiha got: “Em dixwazin PKK hêzên xwe yên leşkerî bibe dervey Herêma Kurdistanê, ji ber ku Herêma Kurdistanê bi xwe rizgarkirî ye. Ez nizanim hebûna wan di nava axa Herêma Kurdistanê de ji bo çi ye. Xelkê me ji ber ziyanên PKKê ji gundên xwe bar kirine.”

Nûçeyên têkildar