25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Dr. Elî Qeredaxî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman kir.

Îro Şemiya 22.05.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhaniya Zanayên Misilman û şandeke hevbeşa Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Rêxistina Tevgera Mirovî li Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên siyasiyên dawî guftûgo kirin.

Her Di vê hevdîtinê de di derbarê karubarê xêrxwazî û girîngiya rêxistinên mirovî û xêrxwaziyan yên li yarmetîdana civaka Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tekez jî li pêwîstiya destgirtina bi bihayên bilindên civakê û pêşxistina perwerdeya tendirust û niştimanî kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreter û Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed Endamên Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.


 

Nûçeyên têkildar