Mesrûr Barzanî pêşwazî li Dr. Elî Qeredaxî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li emîndarê giştî yê yekitiya zanayên misilman, Elî Qeredaxî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekitiya Zanayên Misilman, Elî Qeredaxî kir.
Di civînê de li ser pêşxistina çanda nermiya olî û pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê û rola zanayên ola îslamê di piştevanîkirina karnameya hikûmetê bo reforman hat kirin.
Di hevdîtinê de behsa girîngiya yekrêzî û yekhelwestiyê di mijarên niştimanî û çareserkirina arîşeyan de jî hat kirin.




