Li gundekî Helebê 21 kurdhatin kuştin

Di encama êrişeke li dijîgundekî kurdan ê li Helebê de, 21 kurdan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 50kes jî birîndar bûn.
Li nêzî gundê Tel Eran kupiraniya rûniştvanên wê kurd in, artêşa azad a Sûriyê xwest dest dane sercebilxaneyekî artêşa Sûriyê, lê serneketin.
Çalakvanê siyasî ûrûniştvanê gundê Tel Eranî yê girêdayî bajarê Helebê yê bi navê Remezan Hacî jiRûdawê re wiha got: “Duh danê êvarî Artêşa Azad a Sûriyê di dema derbasbûnakarwanekî leşkerên rejîma Sûriyê ya li nêzî gundê Tel Eran êriş kir û 7 tankhatin ruxandin. Piştî wê êrişê, firokeyên şer ên Sûriyê gundê Tel Eran bombebaran kirin. Di encamê de 21 welatiyêngund mirin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.”
Endamekî PartiyaBerxwedana Kurdistanê ya Rojava wiha got: “Di encama şer û pevçûnên artêşa azadû artêşa Sûriyê ya li gundê Tel Hasil ku hemû rûniştvanên wê kurdin, 4 welatîmirine û 41 welatî jî birîndar bûne




