25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Dîwaniye kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Dîwaniye kir û di wê hevdîtinê de, herdû aliyan rewşa siyasî ya Iraqê û rewşa jiyana xelkê parêzgeha Dîwaniye û parêzgehên din ên Iraqê nirxandin.

Îro Pênçşema 20.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Zuhêr El Şeilan Parêzgerê Dîwaniye kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û rewşa jiyana xelkê parêzgeha Dîwaniye û parêzgehên din ên Iraqê hat nirxandin û tekez jî li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û nîştecihên parêzgehên başûrê Iraqê kirin.

Her di vê hevdîtinê de Parêzgerê Dîwaniye pêzanînên xwe ji bo geşbûn û pêşketinên Herêma Kurdistanê hebû û xwazyarê wê yekê bû ku parêzgeha Dîwaniye sûd ji ezmûnên Herêma Kurdistanê bibîne.

 

Nûçeyên têkildar