26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û nûnera sekreterê NY civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro li gel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê civiya û di civînê de herdu aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya Destûra Iraqê de kirin.

Îro 20ê Gulana 2021an Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye û herdu alî bi hev re civiyan.

Di civînê de rewşa Iraqê bi giştî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan teqezî li çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha Destûrê kirin.

Mesrûr Barzanî û Jeanine Hennis-Plasschaert di vê hevdîtinê de rola erênî ya NYê di çareserkirina pirsgirêkan û helbijartinên pêş ên Iraqê de û herwiha têkoşîna li hember metirsiyên DAIŞê jî gotûbêj kirine.

Nûçeyên têkildar