Di Encama Teqînekî Li Bexdayê De 33 Welatî Canê Xwe Ji Dest Dan

Çend çavkaniyên ji Wezareta Tendirostî ya Îraqê ragihandin ku, îro di encama teqîna bombeyekî li Taxê Şole ya li Bakûrê Rojavayê Bexdadê de bi kêm 33 welatiyan canê xwe ji dest dan û 35 welatiyên din jî birîndar bûne.
Her îro çavkaniyên polîs yên li Bexdadê diyar kirin ku, çendîn bombeyên din li Taxên cuda yên Bexdadê de hatine teqandin û di encam de hijmareke ji welatiyan canê xwe ji dest dan û hijmareke din jî birîndar bûne.




