26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa xwepêşanderên Iraqê me xemgîn dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê xwepêşandanên li Iraqê got, rewşa xwepêşanderan cihê dilgiraniyê ye.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di twiterekê de got: “Xwepêşanderên Iraqê rastî gef û destdirêjiyê tên û dibin hedef.”

Serokê Herêma Kurdistanê gefa ser wan xwepêşanderan şermezar kir û wiha domand: “Êrîşên ser xwepêşanderan rewşê aloztir dike. Divê êdî sînorek ji wan êrîşan re were danîn û kesên êrîşî xwepêşanderan dikin werin dadgehkirin.”

 

Nûçeyên têkildar