Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.
Îro Yekşema 09.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê û şandeke li gel da kir ku ji Ferîq Rukin Ebdulemîr Şemerî Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş û Hemîd Şetrî Cîgirê Dezgeha Asayîşa Niştimanî û Lîwa Rukin Se'ed Neîm Ebdûlla Birêveberê Desteya Plandanana Operasyona Hevbeş pêkhatibûn.
Di hevdîtinê de rewşa meydanî ya hêlên temas û êrîşên terorîstên DAIŞê li navçeyên cihê nakokî li ser hate nirxandin.
Her di vê civînê de tekez li ser hemahengî û karê hevbeşa di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê ya ji bo rûbirûbûna terorîstan kirin û nehiştina astengî û giriftên li ber hemahengiya di navbera wan bi pêwîst hate zanîn.
Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa Şingalê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




