26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya şêx û serokên hozên Firata Navîn kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx û Serokên Hozên Firata Navîn kir.

Îro Şemiya 08.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke şêx û serokên hozên navçeya firata navîn kir ku ji Munzir El Miyalî Emîdî Sadey Emyal û Şêx Emîr Saîr Elmutlek Emîrê Îmareta Zibêd û Şêx Hesen Cewad Ebasî û Şêx Hekîm Mîrê Şêxê Hoza El Şibil û Şêx Saîr Cifat Şe'lan û Şêx Emîr Musenna El Hatim Elhesen û Şêx Ehmed Ebdulxanim Elşimran Elfetlawî û Şêx Meysem Sehl Necim Şêxê Hoza Elzirfat pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de şanda mêhvan ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokiya di navbera cenabê Barzaniyê Nemir û kesayetî û Şêx û Serok Hozên Iraqê, pesnê rola Serok Barzanî ya li dûbare avakirina Iraqê û her wiha wan avadanî û pêşketinan kir ku li Herêma Kurdistanê pêk hatine û pêzanînên xwe jî ji bo bîhnfirehî û mêhvandostiya gelê Kurdistanê hebû ku mîhvandariya sedan hezar koçberên başûr û navîna Iraqê kirine.

Di beşeke dinê civînê de şanda mêhvan bi kurtî behsa kêşe û giriftan û nebûna xizmetguzarî û rewş û debara nîştecihên parêzgehên başûr û navçeya Firata Navîn ji bo Serok Barzanî kirin. Her wiha daxwazê ji Serok Barzanî kirin ku rola xwe li çareserkirina kêşeyên xelk û komkirina aliyên Iraqê de bibîne.

Her di vê civînê de Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bilî tekez kirina li ser prensîba birayetî û pêkvejiyana di navbera pêkhatên Iraqê pêzanînên xwe ji bo helwesta camêraneya nîştecihên başûrê Iraqê ya li pêşwazîkirina cenabê Barzaniyê Nemir û hevalên wî yên di dema vegerana wan ji Sovyeta berê û her wiha hewandina wan Kurdên ji aliyê rejîma berê ve ji bo başûr nefî kiribûn nîşan da.

Serok Barzanî bi kurtî behsa dîroka êş û azarên gelê Kurdistanê li nav dewleta Iraqê ji bo şanda mêhvan re kir û hevsoziya xwe jî ji bo kêşe û gîr û giriftên nîştecihên navçeya Firata Navîn ragihand û hêviya wê yekê xwest ku bi hewla hemû aliyek kêşe û êşên xelkê Iraqê kêm bibe.


 

Nûçeyên têkildar