Şanda Amerîka silavên Biden û Wezîrên Derve û Berevaniya Amerîka gihand Serok Barzanî

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeşa Koşka Spî û Wezareta Derve û Wezareta Berevaniya Amerîkayê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan silavên taybetî yên Serok Biden û Wezîrên Derve û Berevaniya Amerîka gihand Serok Barzanî.
Îro Çarşema 05.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeşa Koşka Spî û Wezareta Derve û Wezareta Berevaniya Amerîka ku pêkhatibû ji Brett Mcgurk Rêkxerê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa li Koşka Spî û Derick Shole Şêwirmendê Bilindê Wezîrê Derveyê Amerîka û Dana Strol Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Berevaniyê yê Karubarê Rojhilata Navîn û çend şêwirmendên dinê îdareya Amerîkî kir.
Di vê hevdîtinê de ku Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê jî amadebûn, şanda mêhvan silavên taybetî yên Serok Biden û Wezîrên Derve û Berevaniya Amerîka gihand Serok Barzanî. Her wiha pêzanînên wan ji bo wê hevbeşî û hemahengiyê hebû ku li salên derbasbûyî li navbera Herêma Kurdistan û Amerîka hebû. Şanda bilind a Amerîka tekez jî li wê yekê kir ku îdareya nû ya Amerîka gelek bi başî agahdarê rewş û giriftên Iraq û navçeyê ye û welatê wan pêgirê wê hevbeşiyê dimîne ku ligel Herêma Kurdistanê û hevpeymanên din heye.
Her di vê civînê de Serok Barzanî spasî Amerîkayê kir ku li destpêka salên nohtî yên sedsala derbasbûyî roleke xwe ya bilind li dabînkirina navçeya aram ya ji bo gelê Kurdistanê de hebû û her wiha pêzanîn û spasiyên xwe jî ji bo wê rola Amerîka ragihand ku di alîkariya Herêma Kurdistan û Iraqê de di şerê DAIŞê de kiribû.
Di dirêjahiya vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên bê yên Iraqê de axivîn û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexda û aramiya Iraq û navçeyê guftûgo kirin.
DAIŞ û gefa terorê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û di derbarê gefên terorîstên DAIŞê, Serok Barzanî ew yekê ji şanda mêhvan re got ku gefa terorê û DAIŞê li Iraq û navçeyê her maye, ji ber ku ew sedemên ku bûne hokarên derketin û bihêzbûna DAIŞê hê jî nehatine çareserkirin.




