McGurk: ji Serok Biden heya berpirsên din ên Amerîkayê gelek dostên we li Washingtonê hene

Hewlêr-KDP.info- Şanda bilind a Amerîkayê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û şanda Amerîkî piştgiriya bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û ji Nêçîrvan Barzanî re ragihand ku “ji Serok Biden heya berpirsên din ên bilind ên Amerîkayê, gelek dostên we li Washingtonê hene.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 05/05/2021, pêşwazî li şanda bilind a Amerîkayê kir ku ji Rêkxerê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê li Koşka Spî Brett McGurk û Şêwirmendê Bilind ê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Derick Shole û Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Berevaniyê yê Karubarê Rojhilata Navîn Dana Strol û hejmarek şêwirmendên din ên îdareya Amerîkayê û berpirsên balyozxaneya li Bexdayê û konsulxaneya li Hewlêrê pêk dihat.
Şanda bilind a Amerîkayê silav û rêzên Serok Joe Biden û wezîrên derve û berevaniyê yên Amerîkayê gihandin Nêçîrvan Barzanî û dûpat kir kir ku ji Serok Biden ta berpirsên din ên bilind ên Amerîkayê, dostên we yên zêde li Washingtonê hene û îdareya nû ya Amerîkayê li ser piştgirî û alîkariya we û hevpeymanên xwe berdewam dibe.
Herwiha şanda mêvan di civînê de diyar kir, îdareya Biden, bi girîngî li hevbeşî û peywendiyên li gl Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û girîngiyê bi qayîmkirina hevkariya demdirêj a di navbera wan de dike.
Şandê stayîş û pêzanînên Amerîkayê bo rola Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di têkbirina DAIŞê û berengarbûna terorê de dûpat kir” û herdu alî û hevnêrîn bû ku DAIŞ hê jî gef û metirsiyeke ciddî ye û divê berengarbûn û helmeta jinavbirinê berdewam be û herwiha karê hevbeş û alîkariya hemû aliyan ji bo aramî û seqamgiriya navçeyê pêwîst e.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jibilî ku spasiya piştigirî û alîkariya Amerîkayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir, serdana şandê bi wek şandina peyameke zelal a Amerîkayê bi wateya berdewamiya piştgirî û hevkariya bo Iraq û Herêma Kurdistanê, mikûriya li ser karê hevbeş û bihevrebûna bo nehiştina bi yekcarî ya DAIŞê û berengarbûna teror û cêgirkirina seqamgiriyê binav kir.
Giftugoya stratejî ya Iraq-Amerîkayê, girîngiya beşdariya Herêma Kurdistanê tê de, bîranîna 30 saliya damezrandina navçeya aram, rola Amerîka û Hevpeymanan di parastina gelê Kurdistanê de, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê ji bo berengarbûna DAIŞê, hilbijartinên bê yên Iraqê, rewşa herêmê bi giştî û komelek mijarên din ên hevbeş, babetên din ên civînê bûn ku gotûbêj li ser hatin kirin.




