Salih Mislim lêborîna xwe ji serok Barzanî xwest

Hevserokê PYD Salih Mislim li ser hevpeyvîneke xwe di rojnameya Libnanî Al Safîr de ku têde bi nebaşî behsa serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû û gotibû ku Barzanî hewl da di bin bandora Tirkiyê de dest deyne ser rojavayê Kurdistanê lê bi serneket û cemawerê xwe wenda kir, lêborîna xwe ji Barzanî xwest.
Mislim nameya xwe bi "Cenabê Serok Barzanî" dest pê dike.
Salih Mislim dibêje ku hevpeyvîna ligel wî ya di rojnameya Al Safîr, encama suhbeteke dûr û dirêje di navbera wî û rojnamevan de, rojnamevan di hevpeyvînê de li ser navê wî belav kiriye ku ew rola Barzanî neyênî li rojavayê Kurdistanê dinirxîne.
Mislim dibêje wî tiştekî wiha negotiye.
Salih Mislim di nameya xwe ya lêborînê de dibêje ku rola serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî roleke dîrokî ye ji bo piştgiriya gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê.
Serokê PYD her wiha diyar dike ku rola serok Barzanî di yekirina hêzên Kurd de li rojavayê Kurdistanê roleke nirxdar e.
Mislim di dawiya nameya xwe de dibêje ew ji dil lêborîna xwe dixwaze ji ber ku ew gotinên di rojnameyê de bû sedema birînkirinê




