Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind ji Koşka Spî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkayê kir ku ji Şêwirmendê di Wezareta Derve ya Amerîkayê Derick Scholey, Kordînatorê Koşka Spî yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Bret McGurk, Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarên Rojhilata Navîn Joe Hudd û Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Strol pêk hatibû.
Di vê hevdîtinê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bû, behsa pêşxistina pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de û pêşhat û guherînên dawîyê yên Iraqê û deverê hat kirin.
Şandeyê Amerîkî silav û rêza Serokê Amerîka Joe Bidin gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û da xuyakirin ku hatina vê şandeyê tekezkrina giringîpêdana Serok û gelê Amerîka bi xurtkirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re ye ku hevpeymaniyeke girîng a Amerîka li deverê ye.
Herwiha di civînê de şanda mêvan tevî stayîşkirina çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, dûpat kir ku Amerîka û Hevpeymana Navdewletî, berdewam dibin li ser piştgiriya Hêza Pêşmerge di rûbirûbûna gefên terorê de, taybetî jî DAIŞ.
Di civînê de girîngîpêdana peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û dawîn pêşhat û guhertinên Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî spasî û pêzanînên xwe bo Serok Biden û piştgiriyên Hikûmeta Amerîkayê derbirîn û amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo girîngîpêdana peywendiyên li gel Amerîkayê di her warî de nîşan da.




