Şanda leşkerî Brîtanya: Em pêbend in bi piştevanîkirina Hêzên Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5.5.2021ê pêşwazî li şandeke bilind a Brîtaniyayê bi serokatiya Şêwirmendê Leşkerî yê Bilind ê Brîtanya bo Karûbarên Rojhilata Navîn Marşal Sammy Sampson kir.
Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtaniya li Iraqê Stephen Hickey jî amade bû, guftûgo derbarê guhertinên vê dawîyê yên Iraqê û deverê û xurtkirina pêwendiyên di navbera Brîtaniya û Herêma Kurdistanê de hat kirin
Şanda Birîtanî pêbendbûna Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî bi piştevanîkirina li hêzên Pêşmerge ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê, dubare kir. Tekezî li ser girîngiya aktîvkirina hemahengiya ewlekariyê ya di navbera artêşa Îraqê û Pêşmerge de bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin, da ku sînor û rê li ber gefên terorîstên DAIŞê were girtin.
Di vê kombûnê de şandeya Brîtanî çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li Wezareta Pêşmerge bilind nirxand.




