25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî ligel Partiya Demokrata Kurdistanê civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di berdewamiya serdan û civînên xwe yên li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê, sibehiya îro Çarşema 05.05.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ligel cîgirên serokê herêmê serdana Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê kirin û ji aliyê Fazil Mîranî Sekreter û Endamên Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Di civînê de proseya siyasî û rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî rola PDK di karkirina ji bo kêmkirin û nehiştina nakokiya di navbera aliyên siyasiyan û hengavên ber bi bihêzkirina tebayî û yekrêziya di navbera wan, dirustkirina mekanîzm û çarçêweyeke niştimanî ya ji bo komkirina aliyan bi hemû bîr û nêrînên cûda ve heta pêkve ber bi rûyê gefên niha û paşerojê bibin, amadekirina destûra Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û çend pirseke din hate nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir li ser rola PDK û pêgeha girîng û berpirsiyaraneya ji bo pêkanîna tebayî û yekrêziya di navbera aliyên siyasiyan û aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê, ku dikare di vî derbarî de destpêşxer û çalak bê û roleke erênî ya berpirsane û niştimanî bibîne.

Ji aliyê xwe ve Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê jibilî pesn û destxweşiyê, hemû piştgîriyeke xwe ji bo erk û destpêşxeriya Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê û hewldana wan a ji bo tebayî û pêkveyî û yekrêziya aliyan û pêkhatên Kurdistaniyan da dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest, hevbeşî û beşdariya çalak a PDK jî ji bo vê mebestê bi erk û berpirsiyariya PDK da zanîn.

Nûçeyên têkildar