26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi amadebûna Serok Barzanî merasimek bo salvegera damezrandina YCDK û YXK hate saz kirin

Çavkanî: KDP.info

Duhî li Bajarê Hewlêrê bi amadebûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, Nunerê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê, çendîn Wezîr û Parlementerên Kurdistanê û herwiha bi beşdariya çendîn nuner û Konsulusê welatên biyanî yên li Kurdistanê de merasimek bo salvegera damezrandina her du Yekîtiyên Xwendekarên Kurdistan û Yekîtiya ciwanên demokrat yên Kurdistanê hate organîzekirin.

 

Ev merasima han bi deqîqeyek rawestan bo rêz girtin ji Şehîdên Kurdistanê destpê kir û pişt re jî çendîn peyv û gotar di derbarê her du yekîtiyên han û çawetiya damezrandina wan û armancên wan hatin pêşkêşkirin.

 

Her di wan gotar û peyvan de jî behsa rol û têkoşîna wan her du yekîtiyan di nava tevgera azadîxwaz ya Gelê Kurd de jî hate kirin û ev rol û xebata han bi girîng hate wesifkirin.

 

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser rol û xebata wan her du yekîtiyan.

 

Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de jî behsa rewşa siyasî ya Îraqê û hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina wan kêşeyan jî kir.

 

Nûçeyên têkildar