26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Piştî Barzanî ji Rusiyayê vedigere dê helwestê Kurdistanê diyar be

Çavkanî: KDP.info

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja 18ê sibatê 2013ê, di sê merasimên cuda de kevirê bingehîn bi sê pirojeyên giring; avakirina nexweşxaneye 330 qerewêlî li Hewlêrê, nexweşxaneye 100 qerewêlî li Xebatê û avakirina avahiyê wezareta saxlemiyê li Hewlêrê, dana.

 

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya peyva xwe de, ji bona pêşxistina warê saxlemiyê li herêma Kurdistanê, îşaret bi cîbicîkirina çar xalan kir:

1- Divê wîjdana tu kompaniyan rê jê re nede dermanên xerap bide xelkê Kurdistanê û mirovan bi awayekî giştî.

2- Divê wezareta saxlemiyê û kompaniyên taybetmend bi tu awayî rê  ji tu kompaniyan re nedin, vêça kî li pişt wê kompaniyê be yan ya her kesî be bila bibe, dermanên xerap daxilê Kurdistanê bikin. Divê ji nuha û pê de wezareta saxlemiyê û saziyên peywendîdar yên herêma Kurdistanê gelek bi cidî li ser vê niqteyê rawestin. Em jî weke civata wezîran û serokatiya civata wezîran bi wezîfeya xwe dizanin piştgiryiê li vê pêngavê bikin.

3- Çênabe bi tu awayî li hember destûrdan bi kompaniyên anîna dermanan, depokirina dermanan û awayî hilgirtina dermanan li dermanxaneyam xemsarî bê kirin.

4- Daxwazê ji hikûmeta İraq dikim ku, ew jî li hember hatina dermanên saxte bo nav İraqê bi dijawrê tevbigerin. Ez hêvîdar im zêdetir hevahengî û hevkarî di navbeta wezareta saxlemiyê ya İraqê û ya herêma Kurdistanê de hebe daku bikaribin rê li pêşiya hatina dermanên saxte bigirin.

 

Li dor sîstema saxlemiyê li herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got:

- Sîstema saxlemiyê li İraqê û li herêma Kurdistanê jî ne li gor daxwazên serdemane yên mirov in. Em li herêma Kurdistanê, tevî berdewam karkirin ji bona pêşxistina xizmetgozariyên saxlemiyê û berfirehkirina wan, di heman demê de digel şarezayên cîhanê dişêwirin ku, pilaneke stratejîk ya saxlemiyê li herêma Kurdistanê deynîn. Sîstemek ku, bikaribe cîyê razîbûna xelkê Kurdistanê be û pêdawîstiyên xelkê Kurdistanê dabîn bike.

- Em lêdixebitin ku, hindek çareseriyên destpêkî û hindek çareseriyên mezin jî bibînin ku, zarokên min, zarokên sermayedrekî û yên malbateke hejar bikarin li nexweşxane û klînîkên herêma Kurdistanê bên çareserkirin û bawerî bi sektora saxlemiyê ya herêma Kurdistanê hebe û hizira xwe di hindê de neke ku, jı bo her nexweşiyeke biçûk berê xwe bide dervey welêt. Parastina saxlemiyê, rêgirtin li nexweşiyan û bilavbûna êşên cuda, ne bi tenê wezêfeya wezareta saxlemiya hikûmeta herêma Kurdistanê ye, lê belê wezîfeyeke mezin dikeve ser milên xelkî, karsazan û kompaniyên sektora taybet jî.

Serokwezîrê Kurdistanê di peyva xwe de tekîd kir ku, divê pizîşk û karmendên saxlemiyê rêzê li nexweş û hevwelatiyan bigirin:

- Dazwazê ji wezareta saxlemiyê dikim ku, ne bi tenê hewila çareserkirina nexweşan bide, lê belê divê beşek ji karê xwe yê giring jibîr neke ku, ew jî rêgirtine li nexweşiyan û neweşkeftina xelkî.

Saxlemiya baş ji bo hemû civak û miletan sermayeyeke mezin e. Divê em bizanin ku, karê wezaret û saziyên ragehandinê hişiyarya xelkî ye.

 

 

- Serokê herêma Kurdistanê tu insiyatîvek îlan nake û piştî ji serdana Rusiyayê vedigere dê digel tev aliyên siyasiyên herêma Kudistanê bicive û di wê civînê de dê rêya çareseriyê diyar bkin  yan nexşerêyek bo çaresrkirina tev pirsên İraqê deynin.

Li dor hilbijartinan jî serokwezîrê Kurdistanê got:

- Her dema di navbera aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê pirsa hilbijartina safî bû ka hilbijartina serokê herêma Kurdistan, parlamentoya Kurdistanê û wîlayetên herêma Kurdistanê bi hev re bikin, em dê bi wê biryarê pabend bin.


Di bersiva pirsekê de li dor birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve, serokwezîr got:

- Behsa birîna budceyê nehatiye kirin. Me rêkeftin digel Bexdayê heye û ew rêkeftin beriya çand salan hatiye kirin ku, behra herêma Kurdistanê ji budceya giştiya İraq 17% ye. Lê her dema serjimêrî li İraqê  u li herêma Kurdistanê hat kirin, hîngê dê nisbeya budceya herêma Kurdistanê li gor nisbeya nifosa Kurdistanê be. Divê Bexda bi vê rêkeftinê pabend be.

Li dor beşdarîkirina aliyên opozisyona herêma Kurdistanê di hikûmetê de, Nêçîrvan Barzanî got:

-  Aliyên opozisyonê nameyek bo me hinartiye û nuha em wê nameyê dîraset dikin. Me daxwaz ji opozisyonê kiriye beşdariyê di hikûmeta Kurdistanê de bikin û bi hev re reforman bikin. Ew beşdar nabin û me jî rêz ji helwesta wan re heye, lê divê ew jî rêzê li îradeya hikûmetê ku, bi dengê xelkê Kurdistanê hatiye ser hukim,  bigirin.

Nûçeyên têkildar