Li Hewlêrê çendîn projeyên girîng yên tendirostî hatin destpê kirin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja 18ê sibatê 2013ê, di sê merasimên cuda de kevirê bingehîn bo sê pirojeyên giring; avakirina nexweşxaneyeke 330 qerewêlî li Hewlêrê, nexweşxaneyeke 100 qerewêlî li Xebatê û avakirina avahiyê wezareta saxlemiyê li Hewlêrê, dana.
Nêçîrvan Barzanî di merasima danan kevirê bingehîn yê nexweşxaneya 330 qerewêlî de peyvek pêşkeş kir û got:
- Me di destpêka avakirina kabîneya heftem a hikûmeta Kurdistanê de soz dabû ku, giringiyeke mezin bi warê saxlemiyê bidîn. Di yekem roja destbikarbûna vê kabîneyê de me bi kiryar dest bi cîbicîkirina wê biryarê kir. Di warê guhertin û di warê kontirolkirina hatina dermanan bo nav herêma Kurdistanê de, me bi rêya kompaniyeke Brîtaniyayê ku, nua karmendên me jî li ser destê wê kompniyê perwerde dibin, sîstemeke moderin ya kontirolkirina daramanan danaye.
- Xelkê Kurdistanê şahid e ku, di çend mehên borî de bi sedan ton ji dermanên xerap hatine jinavbirin û rê li hatina dermanên xerap bo nav herêma Kurdistaê hatiye girtin. Lê hêşta gelek kar maye em di vî warî de bikin.




