26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Serokê Parlamanetoya Iraqê: Hemahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqê girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 3.5.2021 pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Di hevdîtinê de pêşhat û geşedanên Iraqê û herêmê hatin gotûbêjkirin, bi taybetî amadekariyên çêbûna hilbijartinên bê yên Iraqê û girîngiya zemînxweşkirina li ber hilbijartinên pak û paqij ku maf û daxwaza hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê desteber bike.

Herwiha tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên rawestandî yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî hat kirin bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê.

Di beşeke din a civînê de amaje bi metirsiyên terorê bi giştî û gefên DAIŞê hat kirin, ku di çendîn deverên Iraqê de gefa rasteqîn in li ser jiyana xelkê, li ser vê mijarê tekezî li girîngiya hemahengiya ewlehiyê ya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û yekxistina hemû hêz û şiyanan hate kirin ji bo rêgirtina li gef û metirsiyên terorê.

 

Nûçeyên têkildar