26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê vekolînê li rewşa Pêşmerge dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 03.05.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel Lîjneya Bilinda Rêkxistin û Yekxistina Hêzên Pêşmerge civiya.

Di civînê de rewşa Pêşmerge û pêşhatên dawî yên rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û metirsiyên wê, hewlên rêkxistin û yekxistina Pêşmerge û astengiyên li ber, hengavên proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge bi hevkarî û piştgîriya hêzên hevpeymanan, kêmasî û pêdiviyên Wezareta Pêşmerge û çawayiya çareserkirina wan, hemahengiya Pêşmerge û hêzên federaliyên Iraqê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê bi taybetî li navçeyên maddeya 140 ya destûrê hate nirxandin.

Di civînê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge, Serokerkan, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, serpereştiyarên hêzên Heftih(70) û heştih(80) ya Pêşmerge û biryarderê lîjneyê amade bûn, biryar dan aliyên peywendîdarên dinê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo lîjneyê bêne zêde kirin û pêwîstiyên bi lezên Pêşmerge li hêlên pêş ya rûbirûbûna DAIŞê bêne dabînkirin û li gel aliyên peywendîdarên Iraqî kar bê kirin bo ku valahiya emnî di navbera Pêşmerge û hêzên federalî de bê pirkirin.

 

Nûçeyên têkildar