Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih çend mijar gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Dr. Berhem Salih Serokkomarê Iraqê kir û di civînê de di derbarê pêkanîna yekrêziya niştimanî niqaş kirin.
Di civînê Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Iraqê Berhem Salih de de Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bûn. Herwiha di civînê de guhertinên siyasiyên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî hilbijartina pêşwexta Encumena Nûnerên Iraqê û çawayiya bingeh xweşkirina li ber proseyê da ku xizmeta berjewendiya hevbeşa gel û hemû pêkhatên Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî bike guftûgo kirine.
Di civînê de dakokî li ser pêwîstiya derbaskirina nakokî û gengeşe û guftûgo û hevdû têgihiştina li navbera aliyên siyasiyan da kirin û bi girîngiyê ve behsa serdana dawî ya birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexda û civîna li gel serkirde û aliyên Iraqiyan kirin.
Di mijareke din a civînê de guftûgo di derbarê pêkanîna yekrêziya niştimanî û hevdû nêzîk kirina bîr û boçûnan kirin ku ber bi derbaskirina nakokiyan û yekxistina hêz û şiyana wan ya rûbirûbûna her eger û pêşhatan be.
Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî mijareke dinê civînê bû, têda tekez li wê yekê kirin ku nearamiya rewşa siyasî û emnî, xizmetê bi berjewendiya hevbeşa gelên navçeyê nake.




