Mesrûr Barzanî pêşwazî li Dr. Berhem Salih kir

Hewlêr-KDP.info- Îro 29.04.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih kir.
Di hevdîtinê de pêşkeftinên dawiyê û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê hate guftûgo kirin. Herwaha amaje bi wê yekê hate kirin ku pirsgirêkên hatine cemidandin ên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de li ser bingehê destûrê bên çareser kirin. Di wê çarçoveyê de pejirandina yasaya budceya federal a 2021ê wek pêngaveke erênî hate pênasekirin, ku pêwîst e bi awayekî dadperwerî xizmetê ji hemû pêkhate û navçeyên cuda yên Iraqê re bike û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî demekî kurt de bên şandin.
Herwaha pesnên çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate dayîn ku pêwîst e hemû alî piştevaniyê lê bikin bo serxistina karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Hêrêma Kurdistanê, ji bo ku xizmetê di berjewendiya giştî û parastina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê de bike.
Mijareke din ê civînê jî guftûgoya derbarê helbijartinên pêşwext ên Iraqê bû, ku bibe helbijartina bingehekî baş bê danîn û helbijartinekî paqij û bê kêmasî be, ku maf û daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê tê de bicîh bibin.




