25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li wezîrê elektrîkê yê Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Elektrîka Iraqê kir û ragehand, guftûgo derbarê rewşa Elektrîkê li Iraq û Herêma Kurdistanê de hatin kirin.

Îro Pêncşema 22.04.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Elektrîkê yê Hikûmeta Federal a Iraqê Macid Hentuş kir û di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa elektrîkê li Iraqê û herêma Kurdistanê û pêşxistina hemahengiyê di navbera herdu aliyan de, herwaha hewldan bo başkirina şiyana berhemanîna rawestekên elektrîkê hate kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn nîşan da bo alîkarî kirina wezareta elektrîka Iraqê û torên elektrîka niştimanî, ji bo encamdana projeyên hevbeş jî amaje bi wê yekê hate kirin ku Iraq xwedî dewlemendiyekî madî û mirovî ya mezine ku eger baş sûd jê bê wergirtin, dê bandora wê ya erênî li ser baştirkirina jiyana hemwelatiyan bi giştî jî hebe û bi taybetî elektrîk jî dikare bê baştir kirin.

Nûçeyên têkildar